Pêkhateya Ermen û Suryan yên li Hesekê qurbaniyên komkujiyên dewleta Osmanî yên li dijî wan pêk anîne bi meşekê bibîr anîn.
Dewleta Osmanî di salên navbera 1915-1917’an li dijî gelê Ermenî komkujî pêk anîn û di encamê de bi hezaran zarok, jin hatin kuştin û bi hezaran kesên ji cih û warê xwe bûn.
Pêkhateya Ermen li pêşiya peykera li taxa Nasra ya Hesekê kom bûn û qurbaniyên komkujiyên Ermen bi meşeke meşleyan bi bîr anîn.
Beşdaran bang li Civaka Navneteweyî kirin ku bi awayekî fermî komkujiyê nas bikin û hesabê ji dewleta Tirkiyê bixwazin.
Di dawiyê de beşdaran li ser giyana qurbaniyan mûm pêxist.