Polîsên Belçîkayê di dema serdagirtinê de gelek kiryarên der qanûnî pêk anîn.
Yek ji Rojnamevan Geşbûn Kara ku tundî û bêrêzî lê hate kirin ji televziyona mere axivî û got: “Di asteke pir mezin de bêrêzî hate kirin.”
Li dijî van kiryaran Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Londonê û Berlînê li hev civiyan û ev kiryar şermezar kirin.
Devereke din a cihê çalakiyê jî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Berlînê bû.
Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Berlînê li hev civiyan û serdegirtinên li ser Stêrk TV û Medya Haber TV protesto kirin.
Hevseroka Nav Berlînê Nursel Yildiz di çalakiyê de axivî û got:
“Li dijî çapemeniya Kurd ku van komkujî û polîtîkayên îmha û înkarê teşhîr dike, zext tê kirin.
Divê were zanînî ku zextên we nikare me bide rawestandin.”