Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Solothurn ê Swîsreyê hate şermezarkirin.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-SO) hat lidarxistin.
Di çalakiyê de Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrullah Bîngul axivî.
Bîngul destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tikr û êrîşa Belçîka û Fransa yên li ser çapemenî û saziyên Kurd ew e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin.
Bîngul got:
“Gelê Kurd ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşoya û Ewropayê ji vê belayê rizgar kir.
Em gelê Kurd û dostên wan di sedsala nû de rê nedin dagirkerî û komkujiyekî nû.
Li dijî van êrîşan ku saziyên me dike hedef, hemû mafên xwe yên demokratîk bikarbînin û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. “