Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Xelkên Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li darxistin.

Xêlên Dêrazorê, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, jin û ciwan beşdarî meşê bûn.

Di meşê de bexwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê hate silavkirin.

Piştî meşê Endama Meclisa Civaka Sivîl Rewa Îbrahîm li ser navên xelkên Dêrazorê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pilan û hemleyên domdar yên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û Iraqê li dijî tevgerên ku ji bo gelan têdikoşin pêk tên.

Hat diyarkirin ku ji bo aloziyên li herêma Rojhilata Navîn bi dawî bibe, divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

Her wiha piştgirî ji gerîlayan re hat nîşandan û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî teqezî bi projeya Neteweya Demokratîk hat kirin.

Back to top button