Talebanî: Bila xelata bile pêşkêşî fermandar Şervan Kobanî bê kirin

Di merasîma xelatên zêrîn a Bile de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî pêşniyar kir ku sala bê xelata Bile pêşkêşî Şehîd Şervan Kobanî bê kirin.

Îro li Salona Huner a Silêmaniyê 18’emîn merasîma dabeşkirina xelatên zêrîn a Bile ku di çiqên nivîs, siyasî, têkoşîn û hûnerî de tê dayîna hat lidarxistin.

Di merasîmê de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek pêşkêş kir û got: “Ez îro pêşniyarek ji Şanaz Îbrahîm Ehmed û komîta amadekar a merasîmê re dikim:

Hêvî dikim sala bê xelata Bile pêşkêşî Şehîd Şervan Kobanî bê kirin.

Ew yek ji têkoşerên Kurdistanê bû, mafê wî ye ev xelat pêşkêşî wî bê kirin.”

Talebanî got: “Wê ev peyam piştgiriyek be ji bo xwişk û birayên me li Suriye û peyameke ji bo neyar û xiyanetkaran.”

Şervan Kobanî şeva 15’ê Adara 2023’yan li gel heşt hevrêyên xwe li devera Behdînanê di encama ketina du helîkopteran de şehîd bûn.

Back to top button