Xelkên Reqa û Şehba berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk pîroz kirin

Li Kantona Reqa, Efrîn-Şehba bi meşên girseyî berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk hate pîrozkirin.
Li Minbic, Heleb û Dêrazorê bang li êlên ereb yên li Iraqê hate kirin ku li hember planên Tirkiye yên li Iraqê hevgirtina xwe ava bikin.

Xelkên Kantona Reqa ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Metîna û piştigiriya gerîlan meşiyan.

Ev jî hêrsa xelkên Kantona Efrîn-Şehba li dijî êrişên dagirkeriyê ye.

Meş ji pêşiya parka 4 nîsanê destpêkir û heya parka li navçeya Ehdas veguherî mîtîngê.

Beşdaran peyama berxwedan û tekoşînê li rex gerîla li dijî êriş û dagirkeriyê dan.

“Divê êlên Ereb yên Iraqê li dijî planên dewleta Tirk bibin yek”

Li bajarê Helebê Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku divê kiryarên terorsît ên dewleta Tirk bên rawestîn û bang li her kesî welatparêz hate kirin ku piştgiriya berxwedana şoreşgerî bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan Kantona Minbicê jî bi daxuyaniyekê serdana Erdogan a Iraqê hate şermezarkirin.

Meclisê eşkere kir ku li hevkirinên hatine kirin li dijî gelê herêmê ne û Tirkiye dixwaze di şerê li dijî gerîla de Iraqê bike şirîkê xwe.

Bi heman daxwazê xelkê Kantona Dêrazorê jî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya çepemeniyê de, bang li êlên ereb ên li Iraqê hate kirin ku li hember planên Tirkiye yên mêtinger li ser xaka welat bibin yek.

Back to top button