Parêzera Stêrk TV: Serdegirtineke tarî ye!

Parêzera qenala televîzyonê ya Kurd Stêrk TV ku li bajarê Denderleeuw ê Belçîkayê rastî êrîşa polîsan hat got, ‘serdegirtineke tarî ye.’

Piştî daxuyaniyê Parêzera Stêrk TV Fîen Schreûrs jî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku serdegirtin ‘hîna tarî û veşartî ye.’

Parêzer, anî ziman ku wan hîna fêhm nekirine bê çima ev êrîş hatiye kirin û got, ew ê lêkolîn bikin û agahiyan bidin.

Hêjayî bibîrxistinêye, Stêrk Tv ya 2009’an dest bi weşana xwe ya test kirî, 6’ê Sibata 2012’an derbasî weşana zindî ya rojane bû.

Ji wê rojê ve, tevî zaravayên zimanê Kurdî bi, zimanên biyanî jî weşangerî kir.

MEDYA HABER TV jî Îlona 2017’an bi zimanê Tirkî dest bi weşana xwe kir.

Tevî nûçeyên li Kurdistanê, rojeva li cîhanê jî bi zimanê Tirkî bi bînerên xwe re parve dike.

Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin Korsanwarî û Komplo ye

Back to top button