Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin Korsanwarî û Komplo ye

Stêrk TV û Medya Haber li dijî serdegirtina polîsên Belçîkayê ya navendên wan de daxuyanî dan û gotin:
Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!
DFG’ê, MKG’ê diyar kir ku ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin.
YRA û YRJ’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê êrîş nikaribin me bêdeng bikin.

Polîsên Belçîkayê di şeva Duşemê de saet 01:30 bi ser Studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li bajarê Denderleeûwê girtin.

Polîsan bêyî ti hincetekê nîşan bidin navenda Stêrk TV û Medya Haberê dorpêç kirin û tevahiya şevê nehiştin ku kedkarên televîzyonê xwe bigihînin avahiyên studyoyan.

Her wiha derî şikandin û bi rengekî korsanwarî ketin hundir, di serî de kompûter zirar dan amûr û materyalên weşanê.

Stêrk TV û Medya Haber derbarê serdegirtinê de daxuyaniyke li ber avahiyên her du kenalan bi raya giştî re parve kir ku ew jî wiha bû:

“Polîsên Belçîkayê li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê, bi ser avahiyên ku şîrketa Sterk N.V, Roj N.V û Hîvron N.V lê kar dikin de girtin.

Serdegirtina ji aliyê Polîsan ve bêyî ti agahî ji parêzer û rayedarên me yên şîrketê re nehatiye dayîn, pêk hat.

Derengiya şevê dema ku ti kes li avahiyê nebûn, deriyên ofîsên me hatine şikandin û bi rengekî korsanwarî ketine hundir.

Kompûter, amûr û materyalên me yên çapemeniyê hatine texrîbkirin.

Destpêkê em vê êrîşa derhiqûqî û antî-Demokratîk a ku li navenda Ewropayê hate kirin, şermezar dikin.

Ev rewş ne hewldaneke hiqûqî, ne jî teftîşek e.

Ev êrîşeke ku li dijî saziyên Çapemeniya Azad ku dengê gelê Kurd e, hatiye kirin.

Ji xwe di heman saetê de jî polîsên Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd ên li Tirkiyê de girtine, ev yek dewama êrîşa organîzeyî ye.

Her wiha êrîş di salvegera 126’an a medyaya Kurd de hatiye kirin û helbet ev yek manîdar e.

DFG Û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê û binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad bi daxuyaniyên nivîskî şermezar kirin.

DFG’ê diyar kir ku li hemberî êrîşan bêdeng namînin û bang li desthilatê kir ku ev êriş nikarin çavên kedkarên çapemeniya azad bitirsînin.

YRA Û YRJ: Serdegirtin Çapemeniya Azad parçeyek ji êrişên dagirkeriyê ye

Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekîtiya Ragihandina Jin li bakur û rojhilatê Sûriyê jî ev serdegirtin bi daxuyaniyekê şermezar kir û gotin:

Em van êrîşan parçeyeke ji êrîşên dagirkeriyê ya li ser xwe dibînin.

Ev êrîş nikarin me bêdeng bikin û her em ê bibin rastiya ku gelê me îro pê bawer dike, ji bo wê têdikoşe û berdelên giran dide.

Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin.

KNK: Êriş li ser daxwaza dewleta Tirk hatine kirin

Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya bi çapemeniya Kurdî re diyar kir û berxwedana wan pîroz kir.

KNK anî ziman ev ne cara yekê ye li Belçîka êrîşên vî rengî li ser ragihandina Kurdî çêdibin û got:

Ev êriş li ser daxwaza dewleta Tirk û hevkarên wan hatine çêkirin.

Back to top button