Polîsên Belçîkayê di dema serdagirtinê de gelek kiryarên der qanûnî pêk anîn.
Yek ji Rojnamevan Geşbûn Kara ku tundî û bêrêzî lê hate kirin ji televziyona mere axivî û got: “Tevî gelek caran ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatime girtin, lê bêrêziyek di vê astê de min nedîtiye.”
Li dijî van kiryaran Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Londonê li hev civiyan û ev kiryar şermezar kirin.
Li Belçîkayê polîsan bi ser navendên Stêrk Tv û Medya Haberê de girtin û li wir gelek kiryarên der qanûnî pêk anîn.
Ji pêşkêşvanên Stêrk Tv Geşbûn Kara dema serdegirtinê de xwestin mijarê fam bikin, lê tevî vê yekê hate binçavkirin.
Geşbûn Kara di beşdarbûna Nûçe Jin yên televziyona me de diyar kir ku polîsan di serdagirtinên de li hemberî wan bêrêzî pêkaniye.
Li Londonê êrişên polîsên Belçîka ya li ser çapemeniya azad hat şermezrkirin
Ev kiryarên polîsên Belçîkayê gelek cihan rastî nerasîbûnan hat.
Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd, gelek kes li ber Konsolosxaneya Belçîka ya li paytexta Ingilîstan Londonê hatin cem hev.
Li wir serdegirtin û êrîşên polîsên Belçîkayê yên li hemberî çapemeniya Kurd hate şermezar kirin.
Ji Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal li wir daxuyaniyek da û got:
“Divê demildest dev ji vê helwesta dijdemokratîk berdin.”



