Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe careke din bi çekên giran êrişî gundên Minbic û Şehbayê kirin.
Di êrişa li ser Şehbayê de, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Gundên Kantona Efrîn-Şehba bûn armanca êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê.
Di êrişê de, gundên Til Medîq, Samûqa, Medûnê û bendava Şehbayê hatin topbarankirin.
Dagirkeran li gundê Samûqa nuqteyek hêzên hikumeta Şamê kirin armanc.
Di encamê de, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birindar bûn.
Piştî vê, gundê Şêx hîlal û Kefir Nasêh yên navçeya Til Rifatê jî rastî topbaranê hatin.
Di danê êvarê de jî artêşa Tirk a dagirker gundê Şealê yê li herêma Şehbayê topbaran kir.
Gundên Minbic û Şehba hatin topbaran kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevahiya rojê gundê On Dadat a Minbicê da ber topan.
Ev gund dikeve bakurê bajarê Minbicê.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku ti ziyanên canî pêk nehatine.