Rêveberiya Xweser roja pêncşemê bi buneya cejina şehîdan kir betlane

Rêveberiya Xweser roja pêncşemê bi boneya cejina şehîdan betlane ragihand.
Nivîsgeha Parastinê derbarê awayê erkaxweparastinê ya Mamosteyan hin guhertin pêk anî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya Cejna Şehîdan li Herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate parvekirin:

Hemû dezgeh û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê roja Pêncşemê 25.4.2024 betlaneye , ji bilî saziyên ku karên wan berdewamiyê dixwazin.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser encama civîna di navbera Meclisa Rêveber, Nivîsgeha Parastinê, Desteya Hundirîn û Fermandariya Erka xwe Parastinê pêk hatibû eşkere kir.

_ Desteya Perwerde û Fêrkirinê navê mamosteyên ku temên wan di temenê erka xweparastin de ye bidin Nivîsgeha Parastinê

_Piştî bidawîbûna sala xwendinê Hemû mamosteyên ku navên wan ji bo eerka xweparastinê hatine perwerdeyek ji 45’an bikin û paşê vegerin dibistanên ku lê perwerde didan ku erka xwe ya parastinê teman bikin.

Back to top button