Li kantona Cizîrê meşên girseyî li dijî êrişan hatin lidarxistin

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê di nava çalakiyan de ne.
Li gelek navçe û bajarên kantona Cizîrê meşên girseyî li dijî êrişan hatin lidarxistin.
Xelkê kantona Cizîrê gotin: “Em her dem û her gav di nav çalakiyan de bin, em ê bi hemû hêz û îradeya xwe li hember êrişên qirkirinê derkevin.”

Bi armaca şermezarkirina êrişên dewleta Tirkiyê li dijî Herêmên Parastina Medya û ji bo piştgiriya bi HPG’ê re li navçeya Tirbespiyê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de hate gotin:

“Em heta dawiyê piştgiriya HPG’ê bikin, bi vîna xwe ya ji pola em ê li hember dewleta Tirk û hevkarên wê derkevin.”

Li Til Koçer jî şênî bi girseyî herikîn qadan û êrişên li dijî Çiyayên Kurdistanê şermzar kirin.

Di meşê de bang li hikûmeta Iraqê û gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku neyên xapandin û li pey planên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê neçin.

Her wiha li Til Hemîsê jî meşek hate lidarxistin.

Kesên beşdarî meşê bûbûn diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo binkeftina xwe di hilbijartinan de veşêre û tola DAIŞ’ê hilîne her car pêleke nû ji êrişan dide destpêkirin û wiha gotin:

“Em ê jî her kêlî di nava çalakiyan de bin û li pişta gerîlayên xwe bin.”

Xelkê navçeya Holê li dijî êrişan meşek lidar xistin.

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin:

“Divê her kes li her çar aliyên cîhanê li dijî van êrişên dijhiqûqî û dijpîvanên mirovî dengê xwe bilind bike.”

Back to top button