Stêrk TV û Medya Haber: Bila gelê me berê xwe bide cihê televîzyonan

Di seet 1:30 şevê de polîsên Belçîkayê bi ser televzyona Stêrk TV û Medya Haber ê kirin.
Desteya Piştevaniyê ya Stêrk û Medya Haber TV serdegirtina polîsan şermezar kir.
Her wiha bang li gelê xwe kirin ku berê xwe bide cihê televîzyonan.

Desteya Piştevaniya Stêrk û Medya Haber TV têkildarî serdegirtinan daxuyaniyek da û got:

Dema dawî konsepta ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan amade kiriye, hewl tê dayin ku bi cih bê anîn.

Serdana Tirkiyê ya li DYE, Iraq û Îranê, her wiha peymanên bi PDK’ê re mohr kir.

Li gel van hemûyan serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a li Iraq û Barzaniyan, nîşaneyên dawî yên ji bo bicihanîna vê konsepta qirkirinê ne.

Êrişa dagirkeriyê li ser Metînayê jî asta leşkerî ya vê qirkirinê ye.

Eşkere ye ku ev konsept konsepteke êrîşê ya navneteweyî ye.”

Desteyê eşekre kir ku Serdegirtina studyoyan nîşaneya şênber a vê yekê ye.

Televîzyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsî ve hatine dagirkirin.

Bi vê serdegirtinê tê xwestin, dengê gelê Kurd bê birîn. Nabe ku em li hemberî vê serdegirtinê bêdeng bimînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêşî li vê bêhiqûqiyê û serdegirtina neqanûnî bigire, berê xwe bide cihê televîzyonan.”

Back to top button