Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ji aliyê koma 56 ve hat dewrgirtin

Li Mexmûrê ji 20’ê Tirmeha 2023’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya nobetê tê lidarxistin.
Çalakî îro di roja 279’an de ji aliyê koma 56’an ve dewr hate girtin.

Merasîma dewirgirtina çalakiyê li navenda Ciwanan bi beşdariya gel û çalakvanan pêk hat.

Li ser navê koma 55’an Îsmaîl Kara Ezize axivî û got:

“Ger ev 25 salin Rêbertî di bin tecrîda girande bem tê wê wateyê ku hewldanê me kêm dimînin.

Ji bo vê yekê jî divê çalakî û têkoşîna ku tê meşandin bêtir bê xurt kirin.”

Îsmaîl balkişand li ser serdan Erdoxan ji bo Iraqê û got:

“Hatina Erdogan ya Hewlêr û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji bo tinekirina Kurdê azad e.

Lê em soz didin şehîd û şervanên xwe emê bi berxwedana xwe nehêlîn dewleta Tirk û hevkarên wan bigihin armanca xwe.”

Piştî axaftinan çalakiya nobetê ji aliyê koma 56’an ve dewr hate girtin.

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 55’an didome

Back to top button