YRA: Bi saya şehîdan em bûn xwedî bingeheke xurt a têkoşîna azadiyê

Îro Roja Rojnamgeriya Kurdî ye.
Bi boneya rojê Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Ragihandina Jinan bi daxuyaniyên cuda gotin;
Bi saya şehîdan em bûn xwedî zemîneke xurt a têkoşîna azadiyê.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li ser malpera xwe peyamek weşand.

Yekîtiyê got:

“126 sal beriya niha anku di 22’ê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîthad Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li paytexta Misirê Qahîreyê hat çapkirin.

Di salên xwe yên destpêkê de jî pêşxistina ragihandina azad wekî bingeha pêşxistina têkoşîna azadiyê esas girt.

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên wê baş xuya dike.

YRA şehîdên çapameniyê bibîranîn û gotin:

“Divê hemû hevalên me yên rojnamevan di kîjan saziyê de bixebite bê cudahî, li ser hêvî û oxira wan bibe dengê demokrasiya civakî û li ser wî esasî têkoşîna xwe pêk bînin.”

Back to top button