![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2022/09/HPG-1.jpg)
Dewleta Tirk a dagirker bi êrişa li ser Metînayê re, dest bi oparasyoneke nû a dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê kir.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî li Metîna berxwedaniyek bêhemba didin meşandin.
HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên de 3 leşkerên artêşa Tirk a qirker hatine kuştin.
Bi berxwedaniyê rê li ber leşkerên dewleta Tirk a dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê tê girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got,
“Êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Metînayê ji bejahî û hewayî ve bi bombardûmanê dewam dike.
Hêzên me bersiv dan dagirkeran û çalakiyek kirin.”
HPG’ê li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Li herêma Metînayê; 21’ê Nîsanê li Qada Şêlazê bi rêbaza êrişê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin.
Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
20 û 21’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
HPG’ê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker 21’ê Nîsanê bi teqemeniyên qedexekirî, êrişî li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kir.
HPG: 16 caran bi balafirên şer êrişî Herêmên Parstinê yên Mediya hatiye kirin
HPG’ê di dawiyê de got, li herêma Metîna, Xakurkê, Zap û Garê bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
Her wiha 19 û 20’ê Nîsanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Kerîm, Girê Şehîd Çekdar, Serê Metîna, Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.