HPG: Li Metîna 3 dagirker hatin cezakirin

Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.
Artêşa Tirk bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan bê navber bombe li qadê dibarîn e.
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tevgera dagirkeriyê berfireh bike.
Di danê êvarê jî HPG’ê bi daxuyaniyekî cuda ragihand ku gerîlayan destwerdanî tevgera dagirkeran kiriye û di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê gerîlaya îro destwerdanî tevgera hêzên dewleta Tirk a dagirker kirin.

HPG’ê ragihand ku li qada Şêlazê ya herêma Metîna, hêzên wan bi çekên ferdî li hemberî dagirkeran çalakî li dar xistine.

Li gorî wê di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê anî ziman ku li herêma Şêlazê û Golka ya Metîna tevgera helîkopteran berdewam e.

Back to top button