Dewleta Tirk li Metîna êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.
Artêşa Tirk bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan bê navber bombe li qadê dibarîne. HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tevgera dagirkeriyê berfireh bike.

Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

Navenda Ragahandin û çapemeniya HPG’ê derbarê êrîşê de daxuyani da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Artêşa Tirk a dagirker 16’ê Nîsanê di saetên şevê de êrîşeke dagirkeriyê li qadên gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên herêma Metînayê daye destpêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker li van qadan serî li taktîkeke cuda daye.

Ne di carekî de gav bi gav ber bi pêş ve diçe û dixwaze tevgera xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.

Li ser vî bingehî di şevên 17, 18 û 19’ê Nîsanê de bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer Qadên Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Çarçel hatin bombebarankirin.

Êrîşa dagirkeriyê ya di şeva 19’ê Nîsanê de li qada Şêlazê, ber bi qada Dergelê ve berfireh dibe û dewam dike.

Di rewşa heyî de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê di hedefa dagirkeriyê de ne. Tevgera li van qadan didome.

Di heman demê de ev qad ji hewayî bi helîkopter û balafirên şer, ji bejahî jî bê navber bi top û obusan tên bombebarankirin.

Artêşa Tirk bê navber bombe li qadê dibarîne.

Back to top button