Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî li ser rola rojnamegeriyê di doza Kurdî û astengiyên li hemberî wê, çawaniya pêşxistin û başkirina wê de panelek li dar xist.
“Divê platforma ragihandina herêmî were xurtkirin ku li gorî platforma ragihandinê ya cîhanê be û bernameyên curbecur werin pêşkêşkirin ku girseya gel ber bi xwe ve bikişîne”
22ˊyê Nîsanê yekemîn rojnameya Kurdî li Qahîre di 1898ˊan de hate derxistin û wek Roja Rojnamevaniya Kurdî hat qebûlkirin.
Bi vê boneyê yekitiyê bi sernava ‘Ragihandinê di dema borî û niha de’li Parka Xwendinê ya Hesekê panelek li dar xist.
Di panelê de 3 mijarên hatin nîqaşkirin. Endamên yekitiyê Ezher Ehmed, Fatme Ehmed û Ebdulwehab Pîranî mijar şîrovekirin.
Ezher Ehmed di mijara yekemîn de dîroka rojnamevaniya cîhanê û rojnamevaniya Kurdî û astengiyên li pêş wê nîqaş kirin.
Ehmed behsa bendên tund ên li ser rojnamegeriya Kurdî kir û got:
“Peyveke Kurdî yan jî navê Kurdistanê di her gotarên rojnamevaniyê de dihatin qedexekirin, ji lew re Rojnamegeriya Kurdî mîna eniyeke şer li dijî van rejîmên desthilat bû.
Ebdulwehab Pîranî mijara duyemîn şîrove kir û bal kişand ser êşên ragihandina Kurdî di vê demê de dikişîne kir.
Her wiha Pîranî anî ziman ku bingeha xwendinê di vê yekê de tune ye û ev yek bi awayekî cidî nehatiye destgirtin.
Ebdulwehab Pîranî wiha domand:
“Divê platforma ragihandina herêmî were xurtkirin ku li gorî platforma ragihandinê ya cîhanê be û bernameyên curbecur werin pêşkêşkirin ku girseya gel ber bi xwe ve bikişîne.”
Dûre Fatme Ehmed teqezî li ser rola jina Kurd di vê mecalê de û hewldanên wê yên pêşxistina vê yekê da.
Panel bi nîqaşên beşdaran û nêrînên wan bi dawî bû.



