Ev çend rojin li hrêmên Lubnanê Nîjadperestî, êrîş û bipêkirinên li dijî sûriyan zêde bûye.
Rojnamevan û çalakvana hiqûqî Nahle Selame derbarê penaberên Sûrî yên li Lubnanê axivî û anî ziman ku divê Lubnan bi Sûriyê re peywendiyê bike û rewşa penaberan zelal bikin.
Li Lubnanê nîjadperestiya li hember sûriyan zêde dibe.
Her wiha şaredariyan jî tedbîrên hişk li dijî wan girtin û qedexeya derketinê li wan birî.
Li kêleka wê, dezgehên çapemeniyê û xîtabên hin siyasetmedaran asta nefretê û sorkirinê li dijî sûriyan zêde kir.
Besam Mulawî: Em ne Nijadperestin lê divê qanûn û welat were parastin
Wezîrê kar û barên hundir û şaredariyan ê Lubnanê Besam Mulawî herî dawî gotibû:
“Em nahêlin penaberên sûrî bibin sedema tevliheviya ewlehiyê.
Em li Lubnanê ne nîjadperest in, lê divê qanûn pêk were, ewlehî û welat were parastin.
Lubnan nikare penaberiya aborî tehemul bike, em xîtaba fitneyê red dikin.”
Rojnamevan û çalakvana hiqûqî Nahle Selame derbarê mijarê de axivî.
Rojnamevan Nahle Selame: Nîjadperestiya li dijî Sûriyan li dijî lihevkirinên NY’yê ye
Nahle Selame diyar kir ku kuştina Paskal Silêman, bi awayekî neyînî bandor li sûriyên li Lubnanê kir û got:
“Bûyerên tundiyê û nîjadperestiya li dijî Sûriyan, qanûn û peymanên navneteweyî yên ku Lubnanê îmze kirine binpê dikin.
Çima hemî sûc bi penaberên sûrî ve tên girêdan? Çima sedema aloziyên siyasî û aborî penaberê sûrî ye?”
Nahle destnîşan kir ku divê Lubnan li gorî peymanên mafên mirovan tev bigire û dewlet bi awayekî cidî bi wan re mijûl bibe.
Nahle Selame: Divê Lubnan bi Sûriyê re bicive û rewşê zelal bike
Nahle da zanîn ku divê dewleta Lubnanê bi desthilata Sûriyê re peywendiyê bike ji bo ku vegera penaberên sûrî dabîn bike û wiha domand:
“Nabe penaberên sûrî rûbirûyî çarenûseke nediyar li gel vê tundiyê, nîjadperestiyê û reşkirinê, bên hiştin.”
Di dawiyê de Nahle bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û di mijara penaberiya sûrî de piştgiriya Lubnanê bikin ji bo ku rêzgirtin û rûmeta sûriyan bê dabînkirin.