Li Baselê Konferansa Ciwanan û Rêbertiyê hat lidarxistin

Li Baselê Konferansa Ciwanan û Rêbertiyê hat lidarxistin.
Di Konferansa ku li Baselê hat lidarxistin, bersiva pirsa “Ciwanên Kurd ên li derveyê welat çawa dijîn” hat nîqaşkirin.
Her wiha Ciwanan soza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ û Jinên Ciwan ên Têkoşer TekoJIN li bajarê Basel ê Swîsreyê di çarçoveya Pêngava azadiyê de konferansek li dar xist.

Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Çalakvan TCŞ’ê Leyla Aktaş a ku axaftina vekirinê kir, berpirsyariyên ciwanên Kurd ên di pêvajoya dijwar de bi bîr xist.

Sefkan Kobanê der barê tecrîda li Îmraliyê û kampanyaya azadiyê de axivî.

Sefkan Kobanê da xuyakirin ku 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin û got:

“Divê ciwan zêdetir piştgiriyê bidin Rêber Apo.”

Di dawiya konferansê de beşdaran bi hilgirtina posterên Rêber Apo û berzkirina dirûşmêyan konferans bi dawî kirin.

Back to top button