Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang derbarê rewşa Kurdan û kirîza li Rojhillata Navîn axivî û got.
Li gorî rastiyên li ser erdê divê Kurd xwedî stratejiyên nû bin.
Şaştiyên berê dubare nekin.
Divê Kurd li dora hinek rêgez û xalan tifaqekê îmze bikin.
Tenê rêyek li pêşiya Kurdan heye ew jî Yekitî ye.
Êrişên di navbera Îranê û Îsraîlê yên vê dawiyê ji ber şerê li Xezayê diyar dikin ku rewşa Rojhilata Navîn ber bi qonaxeke nû û nediyar ve diçe.
Derbarê rewşa tevlihev a Rojhilata Navîn de û bi taybetî rewşa Kurdan di vê pêvajoya hesas de pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang nirxandin kir.
Dr. Ardeşîr Pashang: Nexşerêyeke nû ji bo Rojhilata navîn tê xêzkirin
Pashang got ku ji ber berjewendî û projeyên enerjiyê herêm di qonaxeke hesas re derbas dibe û wiha domand:
Îran û Israîl di nava şerekî vekirî û demdirêj de ne.
Tirkiyê jî dixwaze sûdê ji nakokiyên heyî yên li herêmê rûdidin sûdê bigire û siyasetên xwe derbasî herêmê bike.
Dr. Ardeşîr Pashang: Tenê rêyel li pêşiya Kurdan heye ew jî yekîtî ye
Dr. Ardeşîr Pashang got ku di nexşeya nû ya piştî krîza li Rojhilata Navîn de Kurd xwedî cihekî girîng in û wiha domand:
Bêguman ev krîza heyî kurdan jî arasteyî polîtîkayên nû dike.
Kurd dabeşî çar parçeyan bûne û xwe ji hêla siyasî û leşkerî ve birêxistin kirine.
Her çar dewlet jî pirsgirêka kurdan bi rêyên siyasî çareser nakin û rêbaza leşkerî jî encamê nagire.
Lewma kurd ji bo guherandina statûkoyê li her çar parçeyan jî stratejiyên cuda dimeşînin.
Pirsgirêkên siyasî, leşkerî û şer ên van dewletan ên derveyî sînor dihêle bêhtir kurd fersendê bistînin û bihêztir bibin.
Dr. Ardeşîr pashang: Divê Kurd nakokî û tevliheviya heyî li herêmê baş binirxînin
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr.Ardeşîr Pashang di dawiya axaftina xwe de îşaret bi avakirina yekîtiya neteweyî kir û got:
“Divê teqez pêvajoyeke avakirina yekitiyê di navbera partî û aliyên kurdan de dest pê bike.
Divê kurd li dora hinek rêgez û xalan tifaqekê îmze bikin.
Ya herî girîng pêwîst e peymanek were mohrkirin ku kurd di navbera xwe de bi tu awayî şer nekin û ev xal bibe xeta sor a kurdan.
Divê kurd ne yekser ne jî neyekser bi tu awayî tevlî tifaqên herêmî yên zirarê didin gelê kurd nebin. “