Li xeta Şêladizê ya nêzî çiyayê Garê tevgerek zêde ya PDK’ê destpêkir

Plan û siyaseta PDK’ê û hevkarê wê dewleta Tirk a dagirker ên li ser xak û welatiyên Başûrê Kurdistanê berdewamin.

Hate ragihandin ku di danê sibehê de hêzên çekdarên PDK’ê li sînorê Şêladizê dest bi tevgerek a leşkerî kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî ku ji ajansa Rojnews’ê re ragihandiye di danê sibehê de hêzên çekdarên PDK’ê li sînorê Şêladizê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê dest bi tevgerek leşkerî kirine.

Gorî hema çavkaniyan hêzên PDK’ê li sê cihên li sînorê Şêladizê li nêzîkî çiyayê Garê xwe bi cih kirine.

Hêjayî gotinêye ku beriya çend heftiyan beşek mezin ji hêzên PDK’ê dibin navê pasewanên sînor de li herêmên sînor ên Behdînanê hatin bi cihkirin.

PDK ji bo piştevaniya dagirkeriya Tirkiye hêzên li dijî gerîla bicih dike

Back to top button