Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya ciwanan a bi dirûşmeya ‘Bi ruhê operasyonên şoreşgerî em serbixin şerê gel yê şoreşgerî’ meşekî girseyî ji bo pîrozkirina çalakiyên gerîlayan hat lidarxistin.
Bi sedan ciwan û şêniyên warhehê tevlî meşê bûn.
Şêniyên wargehê di meşê de bê navber girêdana xwe ya bi Rêber Apo û gerîlayan re qîriyan.
Piştre daxuyanî ji aliyê Berdevkê Meclîsa Ciwanan Sîpan Yeman ve hat dayîn.
Sîpan di daxuyaniyê de çalakiyên gerîlayan pîroz kir û wiha got:
“Wek tê zanîn di van demên dawî de dijmin ji bo bikaribe gelê Kurd tune bikin, hemû êrişan pêktîne.
Her wiha Sîpan diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê hemû bê exlaqî ne û çekên kîmyawî jî bikar tîne.
Piştî axaftinê, li ber stranên gelêrî û şoreşgerî govend gerandin.



