Di Adarê de 48 belavkarê narkotîkê hatin girtin

Di Adarê de 48 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin girtin.
Bi kesên hatine binçavkirin jî gelek çek, pere û hebên narkotîk hebûn.
Asayîşê eşkere kir ku ew ê rê nedin tu kes civaka wan ji hev bixe.

Hêzên Asayîşê ji bo parastina civakê ji her alî ve hişiyar e.

Her kesê ku hewl dide civakê têk bibe Asayîş rê li pêşiya wan digre .

Hêzên Asayîşê operasyonên li dijî firoşkarên madeyên hişbir didomînin.

Tenê di meha Adarê de 48 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin.

Li gor ajansa Hawarê Hurgiliyên operasyonan bi vî rengî ne:

2’yê Adarê 2 belavkarên madeyên hişbir li Minbicê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbir,hatin desteserkirin.

Di heman rojê de 2 belavkarên din li Tebqayê hatin girtin.

8’ê Adarê Asayîşê firoşkarekî madeyên hişbir girt û miqdareke mezin a hebên hişbir desteser kirin.

Her wiha di 14’ê Adarê de rê li ber derbasbûna kamyona madeyên hişbir hat girtin.

Ev kamyon ji herêmên hikumeta Şamê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve dihat.

Kamyona madeyên hişbir li gundewarên bakurê Dêrazorê hat desteserkirin .

2 berpirsên qaçaxçîtiya van madeyan hatin zefitkirin.

Di meha Adarê de li Minbicê şebekeya 23 firoşkar û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin.

Miqdareke madeyên hişbir û çek ku li gel wan hati dîtin, hatin desteserkirin.

Li Hesekê jî 14 belavkarên madeyê hişbir hatin girtin.

17’ê Adarê 4 firoşkarên madeyên hişbir li Hesekê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbir, çek û pere hatin desteserkirin.

Asayîşê eşkere dike ku ew ji bo sînordarkirina belavbûna vê nexweşiyê, xebatên xwe yên şopandinê didomînin.

Li Hesekê 2 bazirganên madeyên narkotîkê hatin girtin

Back to top button