Çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî din yê hikumeta Şamê kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên hikumeta Şamê dema li ser rêya Palmîra-Sexne ya Humsê lêgerîn dikirin, dîl girtin.
Îro cenazeyên yek ji wan leşkeran hat dîtin.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Roja Çarşema bûrî 3 lêşkerên Hikûmeta Şamê dema li ser rêya Palmîra-Sexne ya gundewarên Humsê lêgerîn dikirin,Di encama kemînekê de çeteyên DAIŞ’ê ew dîl girtin.

Îro cenazeyê evserekî ji wan her sê leşkerên ku hatibû revandin hate dîtin.”

Rêxistin destnîşankir ku 7`ê Adarê cenazeyê leşkerekî Dîfa Watanî piştî 22 rojan ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibû revandin hate dîtin.

Back to top button