Li gundewarên Humsê çeteyên DAIŞ’ê 3 leşkerên hikumeta Şamê dîl girtin

Çeteyên DAIŞ’ê 3 leşkerên hikumeta Şamê dema li ser rêya Palmîra-Sexne ya Humsê lêgerîn dikirin, dîl girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê 3 leşkerên hikumeta Şamê (Firqeya Çaran) dîl girtin, dema li ser rêya Palmîra-Sexne ya gundewarên Humsê lêgerîn dikirin.

SOHR’ê aşkera kir ku çeteyan çarşemê bi kemînekê her sê leşker dîl girtine û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Her wiha SOHR’ê da zanîn ku li herêma Til Selma ya rojhilatê Hemayê komeke Dîfa Watanî ketibû kemînekê.

Li gorî agahiyên ku SOHR’ê parve kirine, 7’ê Adarê cenazeyê leşkerekî Dîfa Watanî piştî 22 rojan hate dîtin ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû îdamkirin.

SOHR’ê destnîşan kir ku bi vê daneyê re hejmara çete Dîfa Watanî yên di wê êrişê de hatine kuştin, derket 8’an.

Li Reqa û Dêrazor di encama teqîna mayînan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

Back to top button