DEM Partî li gelek bajaran xebatên hilbijartinê dewam dike

Rojek ji hilbijartinên Herêmî yên li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê re maye.
Gel bi hêviyên pêkanîna aştî û demokrasiyê li benda sibe ne ku biçin ser sindoqan û dengê xwe kar bînin.
DEM Partî jî duh li gelek gund, navçe û bajaran xebatên xwe temam kir.

Sibe hilbijartinên herêmî yên Bakurê kurdistan û Tirkiyê ne..

Gel vê hilbijartinê weke hilbijartineke dîrokî bi nav dike.

Hemû çav ku bi kelecanekê mezin li bajarên Kurdistanê ne, ji hilbijartinê re xebatên dawî tên kirin.

Di hilbijartinên herêmî de wê şaredarên 30 bajarên mezin, 51 bajar, 973 navçe û 390 bajarok, 50 hezar û 336 keya bên diyarkirin.

Dê 61 mîlyon 441 hezar û 882 hilbijêr dê biçin ser sindoqan.

Li aliyê din li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 256 hezar û 556 sindoq dê bên danîn û gel dê dengê xwe bikar bîne.

Ji hilbijêran ji sedî 50,59 jin û ji sedî 49,41 jî mêran pêk tê.

Li aliyê din 1 mîlyon 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bikar bînin.

Li Wanê DEM Partî bi dirûşma “Em ê her 14 şaredariyan bi dest bixin” xebatên xwe yên hilbijartinê temam kirin, bi tevlibûna deh hezaran mitînga fînalê îrol li dar xist.

Di Mîtîngê de balhatkişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê û hat gotin:

“Li şûna şer, talan û xizaniyê ji bo çareseriya mayînde Birêz Ocalan re diyalog were kirin.”

DEM Partiyê li Xelatê û Norşînê mîtîng pêk anî.

Di mîtîngê d hat gotin ev ne hilbijartinek normale divê hemû kes xwedî li dengan derkevin.

Mîtîng bi gerandina govendê bidawî bû.

Li Norşînê jî li ber avahiya DEM Partiyê mîtîng pêk hat.

Namzetên hevşaredariyê axivîn û diyar kirin ku heta ev gel azad nebe wê bi dengekî bilind daxwazan bînin ziman.

Li Şernexê jî DEM Partî şev û rojên xwe daye ber xebatan.

Siyasetmedara kurd Leyla Zana tevlî gelek çalakiyên li Şernexê dibe û ji gel re giringiya pêvajoyê vedbêje.

Li buroya hilbijartinê ya li sûka nû meş pêk hat.

Leyla Zana li vir axivî, da zanîn ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe û got:

Rêya me ya sêyem e, malbata me DEM Partî ye.”

Heyet piştre derbasî naçveya Qilebana Şirnexê bû.

Leyla Zana li Qilebanê jî bi gel re hat gel hev.

Leyla Zana got, Ji bilî edelet û aştiyê tiştek ji devî vî gelî dernayê.

Ji bo vî dengî hûn bibîhzin divê hûn deste Serok Apo bigirin.

KCK:Dengê xwe bidin namzetên gel

Back to top button