Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin.KCK’ê got:”Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê daxuyanî da.
Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî hilbijartinên xwecihî bi vî rengî ye:
“Wek tê zanîn di 31’ê Adara 2024’an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî tên kirin.
Rêveberiyên herêmî yên demokratîk ji bo gelê me yê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke taybet e.
Hilbijartinên giştî û hem jî yên xwecihî di warê eşkerekirina helwest û îradeya siyasî ya gelê Kurd de her tim cihekî girîng girtine.”
KCK: Çûyîna ser sindoqan ji bo dijmin bersiva herî mezine
KCK’ê di domdariya daxuyaniya xwe de zextên di qada siyasetê de anî ziman:
“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê zexta herî mezin li qada siyaseta demokratîk kiriye.
Zext, şantaj, gef, girtin, kuştin; heke ev nebin, bi rêbazên şerê taybet mirovan bixin, teslîm bigirin û hwd her cure rêbazên qirêj bi kar anî.
Ji ber vê yekê bi zanebûn çûyîna ser sindoqan ji dijmin re bersiva herî qurte.”
KCK: Divê gelê me bi xurtî beşdarî Hilbijartinan bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî bang li gel kir û got:
“Divê AKP-MHP û hevkarên wan nikaribin yek deng jî ji gelê me bistînin.
Divê tu kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede ti kesî.
Li aliyê din divê hem gel û hem jî yên berpirsyar in divê teqez deng û sindoqan biparêzin.
Bi vê hest, hêvî û baweriyê em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî hilbijartinên 31’ê Adarê bibin û serkeftinê ji gelê xwe û namzetên demokratîk re dixwazin.”
Li Bedlîs, Colemêrg û Silopiya DEM Partî mitîngên hilbijartinê li dar xist



