FED-GEL: Divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava azadiyê be

Federasyona Gelên Kurdistanî FED-GEL, daxuyanî da û diyar kir her ku pêngava azadiyê mezin dibe êrîşên nijadperestiyê jî li dijî Kurdan jî mezin dibe û got:
“Di demekê de ku pêvajoya pêngav azadiyê xurt dibe, bûyera li Belçîkayê xefikeke ku dewleta faşîst dixwaze me bikişîne nava wê.
Lê gelê bi rexistinbûyîna xwe wê bersiv bibe hemû êrîşan.”

Beriya heftiyekê komeke nîjadperet êrîşî malbateke Kurd li Belcîkayê kir.

Derbarê mijarê de, Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) daxuyanî da.

FED-GEL di daxuyaniyê de diyar kir ku divê gelê Kurd di çarçoveya zagonên demokratîk de li dijî êrîşan mafê xwe biparêze.

FED-GEL: Dagirker ti carî encam ji planên xwe yên qirêj negre

FED-GEL’ê destnîşan kir ku pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ her diçe gerdûnî dibe û ji aliyê hemû beşên civakê ve xwedî lê tê derketin û got:

“Di demekê ku pêvajoya pêngavê xurt dibe, bûyera li Belçîkayê xefikeke ku dewleta faşîst dixwaze me bikişîne nava wê.
Yên ku dixwazin girseyên me bikşînin kolanan, wê bi helwesta me ya rêxistinbûyî û feraseta hevpar, têk biçin.

Çawa ku ji êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê encam negirtin, wê ti carî encamê ji vê lîstik û plana qirêj jî encam negirin.”

FED-GEL: Em ê ji bo bi destxistina mafê xwe çalakiya bidomînin

FED-GEL di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê ti carî dest ji mafên xwe yên demokratîk û şêwaza çalakiyên demokratîk bernedin û ev tişt got:

“Divê ciwanên me lîstika vê bloka tarî ji cîhanê re rave bikin û ser esasê hîmên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Divê hemû gelê me û saziyên me yên rêxistinî bi aqilê selîm û hevpar tevbigerin û ji bo meylên provokatîf nebin amûr.”

FED-GEL: Rojeva me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Federasyona Gelên Kurdistanî FED-GEL di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina xebat û têkoşînê dubara kir û got:

“Rojeva me ya herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û çareseriya siyasî ya pirsa Kurd e.”

KCK: Divê gelê me bi awayekî ku vê provokasyonê pûç bikin tevbigerin

Back to top button