Ji rojnamevan Silêman Ehmed 158 rojin agahî nayê girtin

Li ser revandina Silêman Ehmed 158 roj derbas bûn.
Heta niha di derheqê Silêman de agahî nayê girtin.

Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve li ser deriyê Sêmalka hat revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê bi daxuyniyek ne rast îdea kir ku revandina Silêman ne ji ber karê wî yê rojnemavaniyê ye.

Her wiha parêzerê wî destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rastin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.

157 rojin aghî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button