157 rojin aghî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

157 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê tune.
Tevî hemû bertek û bangawaziyên serbestberdana Silêman Ehmed, PDK’ê deng ji xwe nayîne.

Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed ji 1’ê Cotmehê ve li ser sînorê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê tune.

Her ku diçe guman û xeteriya li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

Heftiyek piştî revandina Silêman, PDK’ê bi daxuyaniyek nerast gefa cezakirinê li wî kir.

Ajansa Rojnews’ê jî van tomebariyên nerast yên PDK’ê şermezar kir.

Hîn heta anha ji bilî wê daxuyaniya nerast, PDK’ê derbarê mijarê tu agahî nedaye û li ser sûc û kiryarên xwe bê denge.

Yek ji parêzerên Silêman Nerîman Ehmed da xuyakirin ku ew bi her awayî hewl didin xwe bighînin wî û hevdîtinê pêr bikin.

Lê PDK’ê rê li ber wan digre û nahêle hevdîtin pêk bê.

Ajansa Rojnews’ê anî ziman ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

156 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button