Îşev Îsraîlê bi dijwarî êrişî Helebê kir.
Li gor agahiyan, depoyeke cebilxaneyê ya girêdayî Huzbullaha Lubnanî bombebaran kir û di encamê de, bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku êriş li dijî depoyeke çekan a Huzbullah li nêzî balafirgeha Helebê, kargehên berevaniyê li Sifêra û teqîn li herêma Kefercom a Helebê çêbûne.
SOHR: 36 Leşkerên Şamê hatine kuştin
Li gor çavdêriyê 36 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Reuters: Ji wan 5 çekdarên Îranê, 38 kes hatine kuştin
Lê belê Reutersê jî li ser zimanê 2 çavkaniyên ewlekariyê eşkere kir ku di encama êrişê de, 38 kes di nav wan de 5 endamên Huzbullahê hene, hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Hikumeta Şamê jî agahiyên êrişê piştrast kir lê hejmara kuştî û birîndaran eşkere nekir.
Îsraîlê êrişî devera Seyla Zeyneb a gundewarên Şamê jî kir.
Di encamê vê êrişê de jî 5 çekdarên Îranê birîndar bûne.
Berî çend rojan jî balafirên nenas êrişî Dêra Zorê kir û di encamê de, bêtir 50 kesî ji çekdarên Îranê û leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.