Li Brukselê li ser tîma sûîkastê ya Tirk û têkiliya wê ya bi Enqerê re civîn pêk hat

Li Brukselê derabarê sûîkasta li ser Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar konferanseke çapemeniyê hat lidarxistin. Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal diyar kirin zext gihiştine asta sûîkastê lê Ewropa hê jî bi dewleta Tirk re hevkariya sûc dike.

Di Hezîrana 2017’an de li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hewldana sûîkastê hatibû kirin.

Dozger xwestibû dosyeyê bigire lê di 18’ê Hezîrana 2021’an de biryara vekirina dozê hat dayîn.

Di dosyeya dozê de diyar dibe li Ewropayê toreke berfireh a sîxûr û sûîkastan heye û Balyozê berê yê Tirkiyê Îsmaîl Hakki Mûsa jî di nav de qala rola gelek kesên di Komkujiya Parîsê de dike.

Hatibû tespîtkirin kesên di koma sûîkastê de cih digirin têkiliya wan bi Enqere, Qesra Serokkomariya Tirkiyê re heye.

Zubeyîr Aydar: Ne tenê em, hemû mûxalefet di hedefê de ne

Li Brukselê li ser hewldanên sûîkastê yên ku li Ewropayê tê kirin û torên sîxurtiyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Parêzerê malbatên her sê jinên şoreşger ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin Antoîne Comte li ser înternetê, û Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Zubeyîr Aydar diyar kir di 11’ê mehê de li Dadgeha Brukselê wê doz were destpêkirin û derbarê rapora ku pêşkêşî çapemeniyê kirine jî agahî da û got:

“Hewldana sûîkasta li Brukselê bi awayekî organîze hatiye kirin û Yakûp Koç ê ku li ser koma sûîkastê ye têkiliya wî bi Balyozxaneya Parîsê û gelek saziyên Tirk re heye.

Piştî sûîkasta 2013’an gelek agahî derketin pêş û lêpirsîn nehate birêvebirin.

Ne tenê em, hemû mûxalefet di hedefê de ne û divê Ewropa tevdîrên cîdî bistînin.”

Remzî Kartal: Ewropa bi dewleta Tirk re hevkariya sûc dike

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir zext gihiştine asta sûîkastê lê Ewropa hê jî bi dewleta Tirk re hevkariya sûc dike û got: “Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û demokrasiyê dike, bêdeng e.”

Back to top button