KJK: Qedera Kurdan xeta Rêber Apo û egîdan diyar dike

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan-KJK’ê bi daxuyaniyekê Hefteya Lehengiyê pîroz ki û got: “Di sedsala 21’emîn de xeta ku qedera Kurd û jinan di aliyê azadiyê de diyar dike, xeta Reber Apo û Egîd e.
Niha jî bi mezinkirina xeta Egîdan û derxistina wê ji bo qonaxeke nû, erka me heye ku faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan KJK’ê bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek nivîskî da û soza berfirehkirina xeta serketinê da.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin:

“Lehengî û fedekari di şexsê bi deh hezaran şehîdên me de xwe nîşan daye û vê xetê rastiya gel û jinan ya berxwedêr û serhildêr derxistiye holê.

Ev xeta lehengiyê îro bi awayekî herî xurt di berxwedana bêhempa ya Rêber Apo de, di xeta gerîlatiya profesyonel a modern de çalakiya ku serketinê tacîdar dike de dijîn.

Di sedsala 21’emîn de xeta ku qedera Kurd û jinan di aliyê azadiyê de diyar dike, xeta Reber Apo û Egîd e.”

KJK: Mezinkirina xeta egîdan û faşîzma AKP-MHP têkbirin erkame ye

KJK’ê diyar kir ku li her qadê mezinkirina xeta Egîdan pêwîste û got:

“Niha ji bo mezinkirina xeta Egîdan û derxistina wê ji bo qonaxeke nû, erka me heye ku faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.

Li her qada Kurdistanê û li her erdnîgariyek ku Kurd lê dijîn bi vê hedefê ve girêdanbûn û li dijî faşîzmê têkoşîn meşandin, wê bersiva herî bi wate be.”

KJK: Divê kurd dengê xwe bidin vîna xwe

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî û ev nirxandinkir:

“Gelê me yê welatparêz û jinên Kurd ên li Bakur û metropolên Tirkiyê dîvê dengê xwe bidin vîna xwe.

Divê yek deng jî ji desthilatdariya faşîst a mêtinger AKP-MHP’ê û lîstika wê Hudaparê ya Hizbîkontra ku di her firsendê de Kurdan dikuje, digire û êşkence dike û bi awayekî pragmatîk bi kar tîne, neçe.”

KJk: Divê hemû kes ji bo azadiyê erka xwe bicîh bîne

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan KJK’ê herî dawî bang li gelên azadîxwaz kir û wiha got:

“Em bang li hemû jin û gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên şoreşger ên demokratîk ên li Tirkiyê yên ku piştgiriyê didin demokrasî û azadiyê dikin ku vê erka dîrokî bi awayekî herî xurt bi cih bînin.”

Back to top button