“Tirkiye dixwaze Iraqê tev li şerê xwe yê li dijî Kurdan bike”

Sekreterê giştî yê Kombûna El Erebî ya Piştevaniya Doza Kurd Dr. Teysîr El Alûsî hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk a dagirker û rayedarên Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê nirxand û got:
“Dewleta Tirk dixwaze Iraqê beşdarî şerê xwe yê li dijî hêzên Kurd bike.
Iraq bi gelek metirsiyan re rû bi rû ye.
Li hember vê rewşê, divê civata navneteweyî rê nede ku aloziyeke din li herêmê çêbibe.
Divê em hişyar bin û alternatîfên aştiyane deynin:”

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîneke dagirkeriyeke nû li Başûrê Kurdistanê bi rayedarên PDK û hikumeta Iraqê re rêze hevdîtin pêkanî.

Sekreterê giştî yê Kombûna El Erebî ya Piştevaniya Doza Kurd Prof. Dr. Teysîr El Alûsî hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk a dagirker û rayedarên Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê nirxand.

Teysîr El Alûsî anî ziman ku destkefiyên ku gelên Iraqê ji sala 2003’an ve bi dest xistine, bi taybetî mijarên girêdayî demokrasî û mafan û azadiyan bi paş ketine û got:

“Ev rewş aloztir bû, nemaze ku hewildan hene nasnameya Federal a Iraqê ji holê bê rakirin, bi rêya paşguhkirina madeyên destûrê yan jî taloqkirina wê mîna madeya 140’an.

An jî erk û maf ji desthilata federal a li Başûrê Kurdistanê bên kişandin, li gel bikaranîna hêzên Kurd li herêmê.”

El Alûsî diyar kir ku dewleta Iraqê taybetmendiya federal ji dest dide, nemaze ku biryarên wê navendî ne û ne li gorî berjeweniya welat û gel e, li gorî berjewendiyên partiyên desthilatê ne û wiha domand:

“Li gel bêdengiya desthilata Iraqê li hember hebûna bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyê û bi sedan navendên ku serdestiya welêt binpê dike, lihevkirinên ewlehiyê çêbûn.

Li gorî van lihevkirinan desthilata Iraqê di çewisandina kurdên li Bakurê Kurdistanê de tev li hêzên Tirkiyê dibe.”

Dr. Prof El Alûsî: Iraq bi gelek metirsiyan re rû bi rû ye

El Alûsî hişyarî da ku ji ber hewildanên dewleta Tirk, wê hikûmet Iraqê jî mîna desthilata li Başûrê Kurdistanê bikeve “çirava aloziyên afirandî” û got:

“Encamên van hewldanan nîşan dibe ku Tirkiye wê êriş bike.

Iraq bi gelek metirsiyan re rû bi rû ye.

Li hember vê rewşê, divê civata navneteweyî rê nede ku aloziyeke din li herêmê çêbibe.

Divê em hişyar bin û alternatîfên aştiyane deynin.”

Prof. El Alûsî: Tirkiye plan dike deverên dagirkirî tev li xaka xwe bike

Back to top button