Prof. El Alûsî: Tirkiye plan dike deverên dagirkirî tev li xaka xwe bike

Profesor Teysîr Ebdulcebar El Alûsî hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Iraqê wekî nîşaneya rewakirina dagirkeriya Tirk a li Iraqê nirxandin û got:”Ev hevdîtin derfet dide dewleta Tirk da ku qadeke berfireh a Iraqê dagir bike.”

Profesor Teysîr Ebdulcebar El Alûsî yê ji Iraqê hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk ên Amerîka, Iraq û Başûrê Kurdistanê nirxand.

Teysîr Ebdulcebar El Alûsî diyar kir ku siyasetên derve yên dewleta Tirk a dagirker ne tiştekî nû ne û got:

“Ev siyaset li aliyekî xwe dispêre kurahiya serdema pergala Kemalîzmê û li aliyekî din xwe dispêre xeta partiya ku di cewhera xwe de îxwanî bi navê laîkbûnê ye, lê tu nîşaneyên wî yê laîkbûnê li ser nîn in.”

El Alûsî bal kişand ser tevgera dîplomatîk a vê dawiyê ya Tirkiyê jî û ev nirxandin kir

“Ji amadekirina rewşê bo tişta ku dê hêza leşkerî ya Tirkiyê di paşerojeke nêzîk de li herêmê pêk bîne ye.

Em tevlîbûna serokê îstixbarat û leşkerî di nava şandeyên dîplomatîk û biyanî yên Tirkiyê de wiha şîrove bikin, ew mentiqê hêzê û tundiyê ye ku Tirkiyê bi derdorên xwe û welatên din re pêk bîne.”

Teysîr Ebdulcebar El Alûsî: Tevahî lihevkirinên ewlehiyê ne rewa ne

El Alûsî bi domdarî got:

“Pirsgirêk ew e ku rêveberiya fermî hevdîtina Tirkiye û Iraqê wekî hemahengiyê dibîne, lê ya rast mirov dikare vê yekê wekî ferzkirina mercan pênase bike.

Hebûna baregehên leşkerî yên bi vê mezinahî û kurahiyê lihevkirinên bi dewleta Iraqê re binpê kirine.

Tevahî lihevkirinên ewlehiyê ne rewa ne.

Xizmeta berjewendiyên nîştimanî nakin.

Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî serdestiyê binpê dike û li gorî qanûn û peymanên navneteweyî sûc in.”

Teysîr Ebdulcebar El Alûsî: Dewleta Tirk terorê pêk tîne

Lêkolîner Teysîr Ebdulcebar El Alûsî herî dawî wiha got:

“Ev jî rê li ber qutkirina xaka Iraqê vedike. Her wiha hikûmetê ber bi rewşên ku ne berpirsyariya wê ye ve dikişîne, mebesta wî jî doza kurdî li Tirkiyê ye.

Tevgera Kurd ne terorî ye mîna ku tê îdiakirin, lê teror dewelet e ku Tirkiyeyê pêk tîne.”

Back to top button