5 Sal beriya niha çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdîngariyê de ji aliyê QSD’ê ve hatin qedandin.Lê di du salên dawîn de êrişên wan ên li ser Sûriyeyê zêdetir bûn.
Lê her çendî QSD bi operasyonên xwe nahêlê çete û hevkarên wan bighîje armancên xwe, lê xeteriya çeteyên DAIŞ’ê hîn didome.
Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê 23’yê Adara 2019’an di operasyona Baxozê de serweriya çeteyên DAIŞ’ê li ser axa Sûriyê bidawî kir.
Piştî ku DAIŞ`ê li ser erdê bi bin ket bi şêwazê şaneyan xwe li herêmên dagirkirî rêxistin kir taybet jî Çolistan Sûriyê ku di kontrola hikumeta Şamê de ye bikartîne.
Êrişa li dijî girtîgeha Sînaa
Çeteyên DAIŞ’ê her ku li ser erdê hatibin têkbirin jî bi şêwazên êrişên xwe didomînin.
20’ê Çileya 2022’an de êrişê girtîgeha Sînaayê kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de birevînin, Hesekê bikin kontrola xwe û bigihêje kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê tê de ne.
Lê bi rastî bi saya destwerdana lezgîn a QSD’ê û Asayîşê hat û ev plana wan negihişt serî.
Çeteyan di sala 2023’an de 700 kes li Sûrî kuşt
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku sala 2023’an bû sala xwîndar a çeteyên DAIŞ’ê.
Li gor navendê di vê salê de çeteyan li 165 êriş li herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî Sûrî 336 êriş pêkaniye.
Di encamê de 700 kes hatin kuştin di nav de sivîl û hêzên leşkerî hene.
Çeteyên DAIŞ’ê xwe li Çolistanên Sûrî bicihkirine
Êrişên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2024’an de jî ranewestiya.
Çeteyên ku xwe di çolistanê Sûriyê de bi cih kirine 15’ê Sibatê heta 16’ê Adarê bi dehan caran êrişê sivîl û leşkerên hikumeta Şamê kir û di encam de 80 kes hatin kuştin.
Piştî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hewildanên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Rêveberiya Xweser jî zêde bû.
QSD di destpêka salê ve li dijî şaneyên DAIŞ’ê 73 oprasyon pêk anî
Çeteyan gelek caran şervanên QSD’ê kirin armanc.
Lê QSD û Asayîş li hiber vê yekê bê bersiv nema.
QSD’ê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ’ê 73 operasyon li dar xistin.
Di operasyonên QSD’ê de 5 serçete hatin kuştin 352 jî hatin girtin
Di nav de 3 operasyonên berfireh wek Birûska Cizîrê, Tolhildana Şehîdên Reqayê, Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê li dar xist.
Di wan operasyonan de QSD’ê 5 serçete 12 çete kuştin, 6 serçete bi giştî 352 çete û hevkarên wan girtin.
Serçete û berpirsê kuştinê yê kampa Holê hate kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê plan danîbûn ku hemwextî êrişên tirkiyê êrişê kampa holê bikin, li ser vê agahiyê Asayîş û QSD’ê 27’ê çileya 2024’an de li kampê qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” pêk anî.
Di wê operasyonê de serçete û berpirsê bûyerên kuştinê di nava kampê de çeteyê bi navê Mehmûd El Lehîbî ku bi nasnav Ebû Sufyan hate kuştin.
https://youtu.be/jjdolDfvQlc



