“Ji bo pirsgirêka Kurd divê rêyên çareseriyê vebin”

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li ser meseleya kurd axivîn û gotin:”Meseleya Kurd veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî ,divê demildest bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salvegera 36’an a Komkujiya Helebce de li oteleke li Amedê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ lidar xist.

Konferans du rojan dewam kir. Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevan beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de ji bo çareseriya meseleya Kurd û rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bang hatin kirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî yên beşdarî konferansê bûn, têkildarî pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Meseleya Kurd veguherî pirsgirêkeke navneteweyî

Serokê Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz anî ziman ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine ba hev û wiha got:

“Em li vir armanc dikin ku meseleya Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û di çarçoveyeke ku rêz nîşanî mafên esas û azadiyan bide de, çareser bikin.

Armanca me ya hevpar çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Ev rewş tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne.

Meseleya Kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî.”

Cengîz Çandar: Hingî ku tecrîd bidome, pirsgirêk wê dewam bike

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî ev nirxandin kir:

“Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, encamên pir giran tîne.

Mijara tecrîdê teqez yekser bi meseleya Kurd re eleqeder e.

Hingî ku tecrîd bidome, wê pirsgirêk dewam bike.”

Mûrat Aba: Divê meseleya Kurd bê çareserkirin

Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Mûrat Aba ev tişt anî ziman:

“Daxwazên maf ên Kurdan hene û têkildarî vê yekê divê diyalog pêş bikevin.

Mixabin em dibînin, hikûmeta Tirkiyeyê operasyonên xwe yên li ser Rojava zêde dike, lê çi dibe bila bibe em ê li vir bi bîr bînin ku mafê jiyanê heye.”

Celalettîn Can: Muxatabê doza Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye

Nivîskar Celalettîn Can ragihand ku tecrîd û pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ye û got:

“Yê ku pêvajoya çareseriyê ya berê anî rojevê û ber dayiyê, Birêz Ocalan bi xwe bû.

Eger car din pêvajoyeke aştiyê destpê bike, muxatabê herî mezin Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye.”

Back to top button