Li Baxozê xebatên xizmetgûzariyê didomin

Piştî rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê şaredariya bajêr li gor derfetên xwe ji nûve hewil dide bajêr ava bike û projeyên xizmetgûzariyê pêk bîne.Heta niha ji sedî 40 projeyên xizmetgûzariyê pêk hatiye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê ji bo ji nû ve avakirina bajarokê dixebitin.

Ji bo pêdiviya şêniyan bi tenduristiyê, navendeke tenduristiyê hat vekirin û 3 dibistanên hemû astan hatin sererastkirin.

Şêniyên bajarokê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin.

Ji alieyke din rêyên sereke yên bajêr hatin sererastkirin û qîrkirin.

Ji sedî 40 binesazî hatiye sererastkirin

Heta niha ji sedî 40 binesaziya Baxozê hatiye sererastkirin.

Di aliyê civakî de ji sala 2021’ê ve jî jiyana li Baxozê asayî ye.

Şênî xwe di nav komîn û meclisan de bi rêxistin dikin û kar û barên xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Jin jî ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de rola wan hatibû paşguhkirin, êdî xwe di ava komînên xweser bi û komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya de bi rêxistin kirin û di saziyan de cih digirin.

Back to top button