Komxebata Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” li paytexta Lubnanê Beyrûtê dest pê kir.
Komxebat ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve tê organîzekirin.
Dê konferans 2 rojan dewam bike.
Ji welatên Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, her wiha ji Şengal, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan tevlî bûn.
Li gorî bernameya konferansê dê “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê”, “Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de” û “Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de” werin nîqaşkirin.