Li Efrînê şerê çeteyan: Kuştî û birîndar hene

Hate ragihandin ku li gundê Tirindê yê Efrînê di navbera du komên çeteyan de şer derket.
Di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh bi şev li gundê Tirindê yê Efrînê di navbera çeteyên koma ‘Silêman Şah’ û çeteyên koma ‘El Emşat’ de şer derket.

Hate zanîn ku şer ji ber nakokiyên li ser danîna konteyniran di hundirê mêtingehekê de derketiye.

Li gorî agahiyan, di şer de çeteyek bi navê Mihemed El Fayîz ê ji parêzgeha Hemayê hatiye kuştin û 3 çeteyên din bi giranî birîndar bûne.

Back to top button