DAIŞ’ê Êrîşa li Moskowayê girt ser xwe

Doh di danê êvarê de li paytexta Rûsyayê Moskowayê li deverekî ku konser lê dihat lidarxistin êrişeke çekdarî pêk hat.DAIŞ’ê êrîşa li Moskowayê girt ser xwe.

Li gorî agahiyên despêkê nêzî 5 hezar kes di wê konserê de hebû.

Hin kesên çekdar ketin nava gel û bi çekên giran û bomberên destan êrişî wan kir.

Di êrişa çekdarî de gelek kes hatin kuşin û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên êrişkar pişre jî cihên ku êriş pêk anîbûn dan ber agir.

DAIŞ’ê jî êrîşa li Moskowayê ya li dijî salona konserê girt ser xwe ku di êrîşê de herî kêm 40 kes hatin kuştin.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku di êrîşa duh êvarê de ya li dijî Salona Konserê ya Şaredariya Crocûs a li Moskowayê herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û 146 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê ragihand ku rewşa 60 birîndaran giran e.

DAIŞ’ê li ser Telegramê êrîş girt ser xwe. Têkildarî mijarê hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Rûsya êriş çekdarî

Back to top button