Dewleta Tirk a qirker li herêmên xaka Sûrî yên dagir kiriye, rejîmeke terorê ava kiriye.
Di rojên dawî de, li Efrîn û Cerablusê 14 kes revandin.
Li bajarê Idlibê û gundewarên rojavayê Helebê xwepêşandan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin lidarxistin.
Li ser xaka Sûrî ya ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatî dagirkirin, tenê hovîtî heye.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3’ê Adarê welatiyê bi navê Îzet Xelo (67) ê ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand.
Di 3 rojên dawî de jî, li Cerablusê 13 kes hatin revandin.
Hat ragihandin ku kesên hatine revandin koçberên çûbûn Tirkiyeyê û bi darê zorê berê wan dane herêmên dagirkirî ne.
Welatî dema ji sînor hatine derbaskirin çeteyan ji wan xerac ango pere xwestiye, lê welatiyan qebûl nekiriye û li ser vê yekê hatine revandin.
Li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çeteyan dest danîn ser malên 3 welatiyên Kurd û ew ji malên wan derxistin.
Navê welatiyên ku malên wan hatine desteserkirin wiha ne:
Seydo Hec Îbrahîm Şêxo, Hesen Mistefa Çolaq û Osman Ebdo Zelxa.
Li gorî rêxistina mafên mirovan a Efrîn-Sûriyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka salê ve, li Efrînê 8 welatî kuştine û 87 kes revandin e.
Her wiha bi sedan dar jî birîn e.
Li Idlib û Helebê hêrsa li dijî çete û dagirkeran
Li bajarê Idlibê û bajarokên wê Erîha, Kelî, Hezrano, Binş, Waldana û Sermeda li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê xwepêşandan hatin lidarxistin.
6’ê Adarê li bajarê Etarib ê rojhilatê Helebê jî, jinan li dijî çeteyên “Tehrîr El Şam” xwepêşandan li dar xistibû.