Li Hesekê bi şevbuhêrkekê çalakiyên 4’ê Nîsanê bi dawî bû

Kongra Star ya Hesekê bi şevbuhêrkekê rêzeçalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir.

Bi dehan xelkê Hesekê li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Muftî kom bûn û beşdarî şevbuhêrka çandî bûn.

Di şevbuhêrkê de wêjevan, dayikên şehîdan û kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine beşdar bûn.

Endama rêvebera Kongra Star Rîma Îsa axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gerîla û gelê Kurd pîroz kir.

Dûre helbestvan Fatme Ehmed helbestek li ser Serêkaniyê û ya din li ser YPJ’ê gotin.

Her wiha koma stranan stranên li ser berxwedana Rojava pêşkêş kirin.

Li kêlek wê jî hin beşdaran tecrûbeyên xwe yên taybet der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re vegotin.

Kongira star bi vê çalakiyê bernameya xwe ya 4’ê Nîsanê bi dawî kir.

Back to top button