Hêzên Asayîşê bi daxwiyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşekre kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê derbarê mijarê daxwiyaniyek da û ev agahî dan :
“Endamê me Salih Etallah 4’ê Nîsanê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî li Dêrazorê şehîd bû.
Salih Etallah di encama êrişeke çekdarên nenas de şehîd bû.
Şehîd Salih ji dema tevlê nava Hêzên Asayîşê bûye bi dilsozî û dilpakî erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih dianî.
Endamekî çalak bû, heta kêliya dawîn a şehadeta xwe bi îradeyeke xurt dixebitî.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Salih Etallah
Navê Dayikê: Feyda
Navê Bav: Ewad
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Bisêra 4/3/2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Ebrîha 4/4/2024