Ji rojnemevan Silêman Ehmed 166 rojin agahî nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 166 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Ji roja ku hatiye revandin heya niha agahî derbarê Silêman de nehatiye girtin.
Reveberiya PDK’ê xwe bêdeng kiriye û nahêle ku ti kes hevdîtînê li gel wî bike..

Ji rojnamevan û Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 166 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Rojnews diyar kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa van Silêman Ehmed berpirse.

“Rêveberiya PDK’ê li hemberî revandina Silêman Ehmed bêdeng e”

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedaye.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî NY dabûn.

165 rojin rewşa Silêman Ehmed nayê zelalkirin

Back to top button