Rewşenbîrên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku her çiqas dewleta Tirk tecrîde giran bike wê israra wan ya şikandina tecrîde jî wê zêde bibe û gotin:
“Her çiqas tecrîdê giran dikin israr û berxwedana gel a ji bo pêkanîan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe.”
Rewşenbîrên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê tecrîda li dijî Rêber Apo û pêngava azadiyê de axivîn.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakvanê siyasî yê Kurd Mihemed Nûrî El Ehmed axivî.
Mihemed Nûrî El Ehmed diyar kir ku ramanên Rêber Adullah Ocalan tevahî pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Suryan û Asur li gorî bingehên jiyana hevbeş kir yek û got:
“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan jinên Kurd û Ereb ji zihniyeta baviksalar rizgar kirin.”
El Ehmed têkildarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan got:
“Li seranserî cîhanê bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibe.
Li gel tecîrda giran a li ser Rêbertî civak bi awayekî mezin ramanên Rêbertî lêkolîn dikin.”
Çalakvanê siyasî yê Kurd Mihemed Nûrî El Ehmed nebûna helwesta Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî dawaza gel spart berjewendiyên wan û girêdana wan bi siyasetên alîgirên wê û got:
“Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li gorî berjewendiyên dewletên ku destekê didin wan dixebitin, ji ber vê yekî jî em dibînin li hemberî daxwazên ger kor û lal in.”
Ehmed Heyder: Wê li dijî tecrîde berxwedan û israra me zêde be
Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK Ehmed Heyder jî li ser heman mijarê axivî û got:
“Her çiqasî desthilata Tirk zextê li Rêber Abdullah Ocalan bike û tecrîda li ser wî giran bike, îsrar û îradeya me ya berxwedanê ya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî zêde dibe.
Gelek caran îsbat bûye ku berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne.”
Parlamenterê Swîsreyî Tshopp: Tecrîd bi tu awayî hiqûqî nîne