Li Bakurê Kurdistanê jin bûn yek deng û daxwazên xwe qîriyan

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî 8’ê Adarê Roja Jinana a Cîhanî bi girseyî hate pîrozkirin.
Di mitîngan de jinan bi dirûşme, çepik û tilîliyan bûn yek deng daxwazên xwe qîriyan.
Li qadên mitîngan de tecrîd û tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate gotin, “Heta ku jin azad nebe, kes azad nabe.”

8’ê Adarê Roja Jinana a Cîhanî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi mitîngên girseyî hate pîrozkirin.

Di mitîngan de jinan bi dirûşme, çepik û tilîliyan bûn yek deng daxwazên xwe qîriyan.

Li Amedê 8’ê Adarê: Jinan tu caran serî netewandin û wê serî netewînin

Li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Platforma Jinan a Dîcle jin li qada stasyonê hev kombûn.\

Xizmên girtiyan, Dayikên Aştiyê, partiyên siaysî ên Kurd û rêxistinên jinan bi kortejên cuda ketin qada mitîngê.

Bi destpêkirina mitîngê nûnerên ku axivîn, di peyamên xwe de gotin;

“Jinan tu caran serî netewandine û dê serî netewînin.

Mitîng li ber stranên hunermandan gerandina govendê bi dawî bû.

Li Wanê 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de bi israr in

Li Wanê jî di mîtînga 8’ê Adarê de tecrîd û tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate gotin,

“Em di jiyana azad de bi israr in.”

Her wiha siyatmedarên beşdarî mitîngê bûbûn jî banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd kirin.

Mîtîng bi hunera hunermend Nûray Balik û Feryal Oner bi dawî bû.

Li Êlihê peyama ’em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê serbikevin’ hate dayîn

Li Êlihê jî hezaran jinên tev li mitînga 8’ê Adarê bûn, wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin.

D qada mitîngê de jinan bi dirûşme, çepik û tilîliyan deng û daxwazên xwe bilind kirin.

Di axaftinên hatin kirin de peyama,

“Wê serkeftin ya jinên li dora felsefeya ‘jin, jiyan, azadiyê’ bûne xelek be” hate dayîn.

Siyasetmedara girtî Leyla Guven ji Wêranşarê re peyama 8’ê Adarê şand

Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Wêranşarê jî li baxçeyê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hate kirin.

Di pîrozbahiyê de peyama siyasetmedara girtî Leyla Guven hate xwendin.

Leyla Guven di peyama xwe de bi coşa 8’ê Adarê hemû jin silav kir û got:

Şert û merc çi dibin bila bibin jî, em dest ji rastî gotinê bernadin.

Li Cizîra Botan xemla 8’ê Adarê: Têkoşîn wê dewam bike

Li Cizîra Botan jî jinan bi coş û cilên gelerî xemla 8’ê Adarê geşkirin.

Di peyamên li wir hatin dayîn de jî hate diyar kirin ew ê têkoşîna xwe hîn bêhtir biparêzin û bi xurtir bidomînin.

Piştî axaftinan ewil koma Koma Aryen û Rojda derketin ser dikê û girseyê govend gerand

Jinên Tebqa: Em ê bi têkoşîna xwe destkeftiyên xwe biparêzin

Back to top button