Dewleta Tirk li Şêladizê komkujî pêkanî: 2 welatî şehîd bûn

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, li sînorê Şêladizê ya ser bi Dihokê, welatiyên ku ji bo komkirina giyayên biharî berê xwe da bûn herêmê bombebaran kiriye û di encamê de 2 welatî şehîd bûne.

Rojnewsê ragihand duh êvarî 4 welatiyên xelkê gundê Dêwîke ya ser bi bajarokê Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê, ji bo komkirina giya berê xwe dabûn çiyayê Zêbarî ya girêdayî Şêladizê.

Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker her 4 welatiyên jibo komkirina giya vedigeriyan malê, bombebaran kirine û di encamê de 2 jiwan şehîd bûne, 2 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan navê kesên di êrişê de şehîd bûne Seîd Mubarek Dêwîkî û Araza Ferec’in.

Heya niha derbarê êrişê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Back to top button